Endonezya ji Tirkiyê 48 balafirên şer yên KAAN dikire

Endonezya ji Tirkiyê 48 balafirên şer yên KAAN dikire

PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê û Endonezyayê di nav xwe de peymanekî îmza kirin ku wê Tirkiye 48 heb balafirên şer yên KAAN bifroşe Endonezyayê. Serokê sanayiya bergiriya Tirkiyê Haluk Görgün ragihand ku Tirkiye li seranserê dinyayê yek ji 4 welataye ku dikare balafira nesla 5em hilberîne.

Di merasima peymanê de Prof. Dr. Haluk Görgün, wezîrê bergiriya Endonezyayê Endonezya Sjafrie Sjamsoeddin, serokê rêvebiriya TUSAŞê Prof. Dr. Ömer Cihad Vardan, cîgirê wezîrê sanayiya bergiriyê Şuay Alpay û rêvebirê giştî yê TUSAŞê Dr. Mehmet Demiroğlu amade bûn.

Nehat ragihandin bê bihayê her 48 balafirên KAAN dike çend dolar û wê kengê teslîm bikin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.