Li Entabê êrîşî polîsan hat kirin: 4 polîs birîndar bûn

PeyamaKurd – Polîsên li bajarê Entabê yê Bakurê Kurdistanê ji bo girtina sê gumanbarên ku 2 roj berê ketibûn kargehekê û nêzîkî 8 kîlo zêr dizîn, operasyon dan destpêkirin.
Li taxa Yedîtepeyê ya navçeya Şehitkamil a navendî, li navnîşana ku gumanbaran lê xwe vedişart operasyon hat kirin.
Di heman demê de, çekdaran gule li polîsan reşandin û di encamê de 4 polîs bi sivikî birîndar bûn.
Di operasyonê de, 3 gumanbar bi zêrên ku dizîbûn hatin girtin.
Hat ragihandin ku rîska canî ya polîsên birîndar tune bûye.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




