Fransa: Li Sûriyê bêyî edaletê aştî çênabe

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Fransayê, derbarê rewşa Sûriyê de li ser medya civakî parvekirinek kir.
Wezareta Fransî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku Fransa piştgiriyê dide mekanîzmeya navdewletî ya bêalî û serbixwe bo Sûriyê.
Wezaretê destnîşan kir, bêyî pêkanîna edaletê û eşkerekirina rastiyê, li Sûriyê aştî çênabe.
Herwiha hate gotin, ji bo pêvajoyeke veguhêz a siyasî ku xizmetê li aştiya gelê Sûriyê û azadiya wî dike, Fransa pabendiya xwe nû dike.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




