Civîna Parîsê ya HSD û hikûmeta Sûriyê di demeke nêzîk de pêk tê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şanda Hikûmeta Sûrîyê û şanda Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a bi seroktiya Mazlum Ebdî li Parîs a paytexta Fransayê di demeke nêzîk de dicivin ku ew civîn beriya niha hatibû paşxistin.
Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku Wezîrê Derve yê Sûrîyê Eshed El-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noël Barrot û Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tom Barrack li Parîs a paytexta Fransayê civîneke erênî li dar xistine.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê diyar kir ku dê di demeke nêzîk de HSD û Hikûmeta Şamê ji bo bicihkirina peyamana 10ê Adarê li Parîsê dicivin.
Daxuyaniya hevbeş a her sê welatan û xalên lihevkirinê:
“Di civîneke sêalî de, Amerîka, Fransa û Sûriye tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê, têkoşîna li dijî terorê û berdewamkirina dan û standinên bi HSDyê re kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî civiyan. Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê de hat gotin ku hevdîtin di "qonaxeke krîtîk" de pêk hatiye û "gelekî eşkere û berhemdar" bûye.
Amerîka, Fransa û Sûriye, di çarçoveya diyalog û kêmkirina aloziyan de, li ser pêwîstiya van xalên jêrîn li hev kirin:
- Ji bo serxistina pêvajoya veguhastinê û misogerkirina yekîtî, aramî, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, divê demildest hewlên berbiçav bên dayîn.
- Ji bo têkoşîna hevpar a li dijî her cûreya terorê, hevkariya me dê bê xurtkirin û şiyana Hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê bi rêya saziyên dewletê dê bê zêdekirin.
- Piştgirî dê ji bo hewlên Hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo lihevhatina niştimanî û hevgirtinê bê dayîn, bi taybetî li bakurrojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê.
- Ji bo cîbicîkirina tam a rêkeftina 10ê Adarê, di demeke herî nêzîk de gera bê ya danûstandinên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Parîsê bê lidarxistin.
- Ji bo ku berpirsiyarên tundûtûjiyê hesab bidin, piştgirî dê ji hewldanan re bê dayîn. Di vê çarçoveyê de, pêşwazî li encamên raporên şefaf, bi taybetî rapora dawî ya komîteya lêkolînê ya derbarê tundûtûjiya li herêmên peravê tê kirin.
- Misogerkirina wê yekê ku cîranên Sûriyeyê ji bo aramiya welat nebin gef û her wiha tekezkirina li ser pêbendiya Sûriyeyê ku ji bo cîranên xwe nebe gef da ku aramiya li tevahiya herêmê bê parastin."





