Li ser guherîna fermandarên Hêzên Koalîsyonê, Mazlum Ebdî spasî û serkeftinê xwest

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser guherîna fermandarê koalisyona navdewletî ya li hemberê DEAŞê daxwuyaniyekî da.
Ebdî, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û sipasiya fermandarê ku wezîfa xwe dewr kir, kir û ji bo fermandarê nûh serkeftinê xwest. Ebdî girêdana xwe ya ji bo hevkariyê ragihand.
Dewra wezîfa fermandaran di 21ê Temmûza 2025an de bi merasim çêbû. Merasim di bin serpereştiya fermandarê CENTCOMê ya orgeneral Michael Erik Kurilla de li Bexdayê li baregeha Union III de çêbû.
Di merasimê de Tumgeneral Kevin C. Leahy wezîfa xwe dewrî tûxgeneral Kevin J. Lambert kiribû. Daxwuyaniya fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser guherîna wezîfa fermandaran wehaye:
“Em ji ber rola aktîv ya tumgeneral Kevin C. Leahy sipasiya wî dikin ji ber di wexta fermandariya hêzên hevpar ya koalîsyonê de xebatê kiriye, ji bo çareseriya astengiyan hewl daye û xwurtkirina hevkariyê zêdetir kiriye, sipasiya wî dikin.
Hem ji bo pêdiviya koordinasyona zêdetir û tevgerên hevpar, di vê wexta krîtîk de ji ber ku tûxgeneral Kevin J. Lambert berpirsiyariyê girtiye ser xwe, em jê re dibêjin tu bi xêr hatî.
Em weka HSDê, têkoşîna bi terorê re û li seranserê Sûriyê ji bo îstîqrarê teqwîq bikin, bi koalisyona navdewletî re, girêdana xwe ya qewî, car din teyîd dikin.”
Ev nivîs 146 car hatiye xwendin.




