Li Serdeştê şer derket: Çekdarekî rejîma Îranê hat kuştin

Li Serdeştê şer derket: Çekdarekî rejîma Îranê hat kuştin

PeyamaKurd – Îro, 26ê Tîrmeha 2025an, li gorî çapemeniya Îranê, êrîşek li ser binkeyekî Sipaha Pasdarên Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî zanyariyan, çend çekdaran êrîşî binkeyekê kiriye ku nêzîkî gundê Aglanê yê bajarê Serdeştê ye.

Di êrîşê de çekdarekî rejîmê û kesekî din jî birîndar bû.

Hêj ti agahî derbarê nasnameya êrîşkêran an jî aliyê berpirsyar de nehatiye belavkirin.

 

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.