Husî: “Me bi fuze û İHAyan li 4 ciyên Îsraîlê xist”

Husî: “Me bi fuze û İHAyan li 4 ciyên Îsraîlê xist”

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku wan bi fuze û İHAyan li başûrê Îsraîlê li 4 hedefan xistine.

Berdevkê Hûsiyan yê leşkerî Yahya Seri di daxwuyaniya xwe de got ku li başûrê Îsraîlê bi fuzeyê li hedefekî hasas xistine û bi İHAyan jî li sê hedefên din xistine ku di nava wan de balafirgeha Ben Gurion heye.

Nehat ragihandin di encamê de çi xesar çêbûne an kuştî û birîndar hene an na.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.