Di şewata çiyayê Aviyerê yê Sineyê de parêzerekê Kurd şewitî û can da

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêz û parêzerê pispor ê li dadgeha bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, duh, di sibeha roja Înê, 25ê Tîrmeha 2025an de, piştî ku di şewata berfireh a bilindahiyên çiyayê Aviyerê de, bi xedarî şewitî, li nexweşxaneya “Kewser” a Sineyê canê xwe jidestda.
Li gorî şahidekî, cendekê Hemîd Muradî birin goristana “Mihemedî” ya Sineyê û tê plankirin ku îro were veşartin.
Ev şewat di 24ê Tîrmeha 2025an de, saet di 13:30ê piştî nîvro de, ji deverên li pişt parka Zarokan dest pê kir û bi lez ber bi bajarokê Zagros û Hesenavayê ve belav bû. Hemîd Muradî tevî çalakvanên din ên sivîl û hêzên xelkî hewl dida şewata berfireh kontrol bike, lê di bûyerê de bi xedarî şewitî.
Di vê bûyerê de, herî kêm 6 çalakvanên din ên jîngehparêz jî bi giranî birîndar bûn, ku 2 ji wan, Hemîd Muradî û Çiyako Yûsifînijad, rakirin beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneya Kewserê.
Hat ragihandin ku şewat ji ber tunebûna kelûpelên pêwîst û kêm-baldarya saziyên berpirsiyar yên rejîmê de qewimî, lewma jî berpirsiyariya kontrolkirinê ket ser milê çalakvanên jîngehparêz û xelkê.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.





