Dadgehê li ser kuştina xwediyê benzînxanê ya Porsînê 3 kesan şand zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Porsînê (Pasinler) li ser kuştina xwediyê benzînxanê, 5 kesên hatin binçavkirin, îfadên wan yên li hêzên asayîşê temam bûn û wan şandin dadgehê.
Hêzên asayîşa bajêr di 22yê Temmûzê de bi dronan (İHA) û bi desteka polîsên taybet (PÖH) operasyonê kirin ser gumanbaran û gumanbar Y.I. (31) û kesên alîkariya wî kirine E.S. (36), Ö.Y. (33), A.I. (49) û M.I.yê paşî hat girtin, li baregeha asayîşê îfadên wan temam kirin û şandin dadgehê.
Ö.Y. û E.S. bi şertê kontrola edlî serbest berdan û her sê kesên din yên navborî şandin zîndanê.
Bûyer, li benzînxana di derveyê navça Porsînê (Pasinler) de di 15ê Temmûzê de qewimîbû û xwediyê benzînxanê Hayati Yazıcı (44) ji aliyê Y.I. de ku di navbera mesela deynê pera hebû, hatibû kuştin û bi ereba T.Ö. reviyabû.
Piştî şopandina bi 10 rojan, hêzên asayîşê karibûn kesên bi bûyerê re pêwendîdar bigrin.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




