Li Îranê li dijî Dadgeha Zahedanê êrîşa çekdarî: 5 kuştî, 13 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Zahedanê yê li eyaleta Belûçistanê ya başûrê li Başûrê Rojhilatê Îranê, di êrîşeke çekdarî ya li dijî dadgehekê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya dezgeha dadweriya Îranê ve hat belavkirin, hat gotin, "Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşa terorîstî ya li ser Dadgeha Zahedanê de 5 kes şehîd bûne û 13 kes jî birîndar bûne."
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, hejmara qurbaniyên êrîşê niha wekî 5 tê ragihandin, her çend tê gotin ku dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê re tê nasîn, ragihand ku di nav kesan de ku hatine kuştin dayikek û pitika wê ya 6 mehî jî heye.
Heman çavkaniyê ragihand ku koma çekdar a Ceyş el-Edl, ku ji hêla Îranê ve wekî rêxistineke terorîst tê binavkirin, berpirsiyariya êrîşê li xwe girtiye û çalakî ji bo biryarên dadgehê yên derbarê Belûçiyan de kiriye.
Ev êrîş ne yekem êrîş e ku dadweriya Îranê hedef digire. Di meha Gulanê de, dadwerek li bajarê Şîrazê yê li başûrê Îranê bi kêrê hate kuştin. Dadwerê 38 salî, Ehsum Bagherî, berê wekî dozger li dadgeha şoreşê kar dikir.
Di meha Çile de, 2 dadwerên mihafezekar li Tehranê ji aliyê çekdarekî ve hatin kuştin. Tê îdiakirin ku dadwer di salên 1980an de beşdarî kampanyayên îdamên girseyî bûne.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




