Li Xarpêtê otomobîlekî wergeriya binê rê: 5 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li ser rêya Xarpêt-Diyarbekirê li gundê Tekevlerê ajotvanê ku nikaribû di fetlanekî de dagere, wergeriya binê rê. Di encamê de 5 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesên ji wan baş nîne.
Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên bajêr.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




