2 kesên xort di ava bendavê de fetisîn

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Reş li Samsunê li navça 19 Mayısê ji bo xwe hînik bikin 2 xort yên bi navên Muhammed Emin Yaman (17) û Tuncay Gençtürk (18) ketin ava bendavê (barajê).
Piştî ji qerexê bendavê dûr bûn ji ber çav jî wenda bûn û li ser bûyerê hemwelatî xeberê dan tîmên lezgîn yên 112an.
Dema tîmên AFADê, tenduristiyê û yên noqavê yên fermandariya cendirmeyên parêzgehê çûn ciyê bûyerê, li her dû xortan geriyan. Piştî demekî legerînê, xwe gihandin cesedên her dû xortan û wan ji avê derxistin.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




