Hikûmeta Iraqê azmûnên bi Kurdî li zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê qedexe kir

Hikûmeta Iraqê azmûnên bi Kurdî li zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê qedexe kir

PeyamaKurd – Li gorî biryareke nû ya Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê, xwendekarên Kurd ên li zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê êdî nikarin bi zimanê Kurdî azmûnan bidin.

Vê biryarê, qanûna sala 2010an betal kir ku destûr dida xwendekarên Kurd pirsên azmûnan bi zimanê Kurdî bibersivînin û bi dû re ew bersiv li Erebî bên wergerandin.

Wezaretê hişyarî da ku zanîngehên li dijî vê biryarê tevbigerin dê rastî cezayên qanûnî werin.

Endama Komîsyona Perwerde û Xwendina Bilind a Parlamentoya Iraqê, Dr. Nehle Efendiyê ev biryar weke binpêkirineke eşkere ya Destûra Iraqê bi nav kir.

Wê got ku li gorî xala 4emîn a Destûra Bingehîn, Erebî û Kurdî zimanên fermî ne û divê di hemî saziyên Iraqê de bi qasî hev werin bikaranîn. Her weha, mafê perwerdeyê bi zimanê zikmakî ji bo Tirkmen, Asûrî û Ermeniyan jî hatiye misogerkirin.

Nehle Efendiyê tekez kir ku ew vê biryarê bi tundî red dikin û amade ne ku ji bo betalkirina wê serî li dadgehan bidin.

Ev nivîs 229 car hatiye xwendin.