Li Silopiyê pileya germê derket 50,5an

Li Silopiyê pileya germê derket 50,5an

PeyamaKurd – Li gor rêjeyên rêvebiriya giştî ya  metorolojiya Tirkiyê; pileya germê ya navça Silopiya bi ser bajarê Şirnexê derketiye 50,5 dereceyan. Heya niha germa herî zêde ev e. Li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê rojane germa ku çêdibe 12 derece di ser normaliya demsalê de ye.

Metorolojî, li 132 navendan pîvana dereca germê kiriye û li gor rojên salên borî yên di îro de, ti carî germ ew çend zêde nebûye.

Di îro de, pileya germahiyê li 5 îstasyonên din jî gihaye asta herî bilind:

Li Qoserê derketiye ser 49 dereceyan, li Cizîrê 49,4, li Nisêbînê 49.3, li Misircê 49.1, li Ceylanpınarê istasyona TİGEMê gihaye 49 dereceyî.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.