Çînê ji bo hişê çêkirî bang li hevkariya cîhanî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Çînê Li Qiang, di axaftina xwe ya li Konferansa Cîhanî ya Hişê Çêkirî (WAIC) li Şanghayê de, daxwaz kir ku saziyeke navneteweyî ji bo hemahengiya di warê hişê çêkirî de were avakirin. Wî hişê çêkirî wekî “motoreke nû ya pêşkeftinê” bi nav kir, lê hişyarî da ku rêveberiya gerdûnî ya vê teknolojiyê hê jî parçeparçe ye û di navbera welatan de li ser rêzikname û standardan cudahiyên berbiçav hene.
Di vê konferanseke 3 rojî de, ku rêberên teknolojiyê û çêkerên siyasetê tîne ba hev, Li Qiang bal kişand ser pêwîstiya avakirina çarçoveyeke gerdûnî ya pejirandî ji bo rêveberiya hişê çêkirî. Ev daxwaz di demekê de tê ku pêşbaziya teknolojiyê di navbera Çîn û Dewletên Yekbûyîyên Amerîkayê de, bi taybetî di qada hişê çêkirî de, her ku diçe tundtir dibe.
Bêyî ku rasterast behsa Amerîkayê bike, Li Qiang anî ziman ku hişê çêkirî dikare bibe “amûreke taybet” di destê çend welat an şirketan de, ku ev yek metirsiyên mezin bi xwe re tîne. Wî her weha kêmbûna gihandina çîpên pêşketî yên hişê çêkirî û sînorkirinên li ser veguhestina jêhatîbûnê wekî astengiyên sereke destnîşan kir.
Tevî van sînorkirinan, Çîn di warê hişê çêkirî de gavên xwe yên pêşkeftinê didomîne, her çend ji aliyê rayedarên rojavayî ve bi baldarî tê şopandin.
Li Qiang diyar kir ku Çîn amade ye tecribeyên xwe û hilberên xwe yên di warê hişê çêkirî de, bi taybetî bi welatên Başûrê Cîhanî re, bi par ve bike, da ku hevkariyeke gerdûnî ya bihêztir pêk were.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




