Medya Iraqê: Amerîkayê serdana Sûdanî ya Washingtonê red kiriye

Medya Iraqê: Amerîkayê serdana Sûdanî ya Washingtonê red kiriye

PeyamaKurd- Malpera Bexdad Al-Yewm Iraqî ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Washingtonê red kiriye.

Malperê eşkere kir ku Amerîkayê serdana Sûdanê bo Waşingtonê red kiriye.

Li aliyê din, çavkaniyeke ji hikûmeta federal gotiye, ev gotegot ne rast e û di demên berê de ji aliyê Iraqê ve ji bo serdana serokwezîr bo Waşingtonê ti daxwazek nehatiye kirin.

Herwiha li gorî nûçeya medya Iraqê, têkiliyên di navbera hikûmeta federal û rêveberiya Trump de bi awayekî normal berdewam dikin, lê serdana Sûdanî ne li gorî planê ye ku biç Washingtonê, ji ber vê yekê, loma ew nikarin li ser redkirina pêşwext biaxivin.

Gotegotên redkirina Amerîkayê ya pêşwazîkirina Sûdanî piştî wê yekê hat ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hefteya borî telefonê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û sê daxwazên hişyariyê jê kirin.

Rubio ji Sûdanî xwestibû, “Divê mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêkûpêk werin dayîn û ne dereng bimînin. Divê lêpirsîn li ser kesên ku bi droneyan zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine, nemaze yên ku şîrketên Amerîkî lê dixebitin, û îxracata petrolê ji Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bikin. Divê qanûna Heşdî Şabî di parlementoya Iraqê de neyê pejirandin.”

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.