Trump ji bo şerê Tayland û Kamboçyayê kete tevgerê

Trump ji bo şerê Tayland û Kamboçyayê kete tevgerê

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji bo bidawîanîna şerê sînorî yê di navbera Kamboçya û Taylandê de bi serokên wan welatan re axivî ye.

Trump got, “Em niha bi her du welatan re jî danûstandinên li ser peymanên bazirganiyê dikin lê em naxwazin bi ti welatên ku di rewşa şer de bin re peymanê bikin, min ev yek ji wan re jî got.”

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku ew ji bo ku dawî li aloziya sînorî û şerê di navbera Kamboçya û Taylandê de bîne ketiye dewrê û diyar kir ku wî bi serokên Tayland û Kamboçyayê re pêwendî daniye û banga rawestandina şerê li herêmê kiriye.

Trump da zanîn ku ew bi Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet re axiviye û di demeke nêzîk de dê bi Serokwezîrê Wekîl ê Taylandê Phumtham Wechayachai re jî biaxive.

Trump got, “Ez daxwaza bidawîanîna şerê ku niha didome dikim. Em niha bi her du welatan re jî danûstandinên li ser peymanên bazirganiyê dikin lê em naxwazin bi ti welatên ku di rewşa şer de bin re peymanê bikin, min ev yek ji wan re jî got.”

Trump diyar kir ku hevdîtina wî ya bi Kamboçyayê re bi dawî bûye û li gorî bersiva Taylandê ew dê ji bo rawestandina şer û agirbestê careke din pêwendiyê deyne.

Şerê Tayland û Kamboçyayê

Li Başûrê rojhilatê Asyayê, Tayland û Kamboçyaya ku bi têlên sînorî yên 817 kîlometreyan ji hev cuda dibin, demeke dirêj e nakokiyên li ser axê hene. Li ser binpêkirina peymana sînorî ya di navbera Tayland û Kamboçyayê de 28ê Gulanê li herêmê şerekî demkurt derketibû lê artêşên her du welatan li hev kiribû ku pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bikin.

Taylandê ragihandibû ku dê hemû xalên kontrolê yên li ser sînorê Kamboçyayê ji aliyê birêvebiriya Bangkokê ve werin kontrolkirin.

Di şerê ku 24ê Tîrmehê piştî nêzîkî du mehan li ser xeta sînorî derket de, heta niha ji her du welatan 32 kes mirine. Her du welatan jî ragihandiye ku wan bi hezaran kes ji herêmê tehliye kirine û her du alî hevdu bi destpêkirina şer tohmetbar dikin.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.