Wezîrê Îsraîlê Katz gef li Xameneyî xwar!

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz gef li Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî xwar û got, "Ger hûn naxwazin zerarê bibînin, gefa li me nexwin."
Nêzîkî mehek piştî ku di şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de peymana agirbestê pêk hat, Îsraîlê gef li Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî xwar.
Di serdana Baregeha Hewayî ya Ramon de, Îsraîl Katz got, "Ez dixwazim peyamek ji Dîktator Xameneyî re bişînim," û got ku heke Xameneyî gefê li Îsraîlê bidomîne, ew ê dîsa bi hêzek pir mezintir li Tehranê bidin.