Îsraîlê ji bo alîkarî bigihin Xezeyê agirbest ragihand

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê operasyonên leşkerî li hin deverên Xezeyê ji demjimêr 10:00ê sibeha îro Yekşemê heta demjimêr 20:00ê êvarê rawestîne.
Artêşa Îsraîlê got, agirbest ne tenê deverên ku çekdarên Hemasê lê hene digire nav xwe.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee eşkere kir, artêş dê îro ji demjimêr 10:00ê sibê heta 20:00ê êvarê operasyonên leşkerî li çend deverên Xezeyê rawestîne da ku alîkariya mirovî bigihîne.
Avichay got: "Rawestandina çalakiyên me yên leşkerî dê li deverên Muasî, Dêrbeleh û Bajarê Xezeyê be."
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




