Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Sûriyê daxwazên Kurdan bicih bîne

Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Sûriyê daxwazên Kurdan bicih bîne

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna li gel kanala El-Şerq a Erebî de, daxuyaniyên girîng dan.

Serokwezîr Barzanî behsa hejmarek mjarên girêdayî Herêma Kurdistanê, Iraq, Sûriyê û herêmê bi giştî kir.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê Hikûmeta Sûriyê dergehê ji bo Kurdan veke û daxwazên wan pêk bîne. Barzanî diyar kir ku, ew pêşwaziyê li destpêşxeriya aştî û danûstandinê ya di navbera Tirkiye û PKKê de dikin.

Li ser pirsgirêkên navbera Îsraîl û Îranê jî Mesrûr Barzanî got, em ne beşek in ji vê kêşeyê û pişitgriya tu şeran nakin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî kir ku qonaxeke nû ya aramiyê li herêmê dest pê bike.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.