Macron û Erdogan axivîn: Mijar dewleta Filîstînê

Macron û Erdogan axivîn: Mijar dewleta Filîstînê

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê axivîn.

Macron li ser hesabê xwe yê Xê bi Tirkî û Fransî daxuyaniyek belav kir û got: “Hema niha min bi Serokomar Erdogan re li ser rewşa Xezeyê û perspektîfa konferansa çareseriya du dewletî gotûbêjek kir. Divê ji bo aştî û ewlehiya Îsraîlî û Filistîniyan her tişt were kirin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron çend roj berê ragihandibû ew ê meha Îlonê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dewleta Filistînê nas bike.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.