Pirûka Şoreşa Bidlîsê derket: ‘Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê’

PeyamaKurd- Weşanên DOZê pirtûkeke nû ya bi navê "Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê" weşand. Ev berhem, ku yekem xebata lêkolîner Orhan Nûrî Amîl e, roniyê dide ser Şoreşa Bidlîsê û kesayetiya Mele Selîm.
Orhan Nûrî Amîl bi salan e ku li ser vê bûyera dîrokî û Mele Selîm lêkolînan dike û hewl dide ku vê serhildana girîng dîsa bîne rojevê. Pirtûk, dîroka Kurdan a dawiya serdema Osmaniyan zelal dike û li ser berxwedana gelê Kurd a li hember siyaseta tund a rêxistina Îttîhad û Terakkiyê disekine.
Di pirtûkê de tê destnîşankirin ku tradîsyona ji Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Xalid, Şêx Sexbetullah, Şêx Şahabeddîn û Şêx (Mele) Selîm pêk tê, li Kurdistanê xeteke neteweyî û dînî temsîl dike. Vê xetê hewl daye ku li Kurdistanê Îslameke bi rengê Kurdî pêş bikeve. Lê belê, di şexsê Mele Selîm û Şoreşa Bidlîsê de, ev xet ji aliyê emperyalîstên wê serdemê û îttihadiyan ve hatiye astengkirin û qutbûneke dîrokî li Bakurê Kurdistanê rû daye.
Ev pirtûk ji bo kesên ku dixwazin beşik Ji dîroka Kurd-Kurdistanê û têkoşîna li dijî zordestiyê baştir fêm bikin, çavkaniyeke girîng e.
Ev nivîs 190 car hatiye xwendin.




