SOHRê bîlançoya piştî ketina Esed eşkere kir: 3 hezar 209 kuştî

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) amarên binpêkariyan piştî ketina rejîma Beas û revîna Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed eşkere kir.
SOHRê ragihand, di heyama nêzîkî 8 mehan de, 3369 bûyerên "kuştina meydanî" li seranserê Sûriyeyê hatine belge kirine ku piraniya wan bi sedemên mezhebî û herêmî encam dane.
Di rapora SOHRê ya amarên ji 8ê Kanûna 2024an heta 26ê Tîrmeha îsal de hatiye diyarkirin ku li Sûriyeyê bi hezaran sivîl, di nav de jin û zarok, bûne qurbaniyên êrîşên plankirî yan jî operasyonên kuştina rasterast. Li gorî SOHRê, ev tawan ji aliyê hêzên ser bi wezaretên berevanî û navxweyî, komên çekdar ên bi piştgiriya desthilatê û herwiha komên eşîrî yên çekdar ve hatine kirin.
Herêmên Siwêda û herêmên beravê wekî du qadên herî zêde ku tundiya taîfî lê rû daye, hatin destnîşankirin. Tenê li van her du herêman 2610 sivîl, di nav de jin û zarok, bûne qurbaniyên kuştinên taîfî.
Raporê bi taybetî bal kişand ser komkujiya Siwêdayê ku tenê di meha Tîrmehê de bûye sedema kuştina 928 kesan, ku ji wan 250 kes bi awayê "îdama meydanî" hatine kuştin.
SOHRê bal kişand ser, desthilata niha ya Sûriyeyê hewl dide xwe ji van tawanan bê berpirsiyar nîşan bide û bi rêya dezgehên xwe yên medyayî rastiyan vedişêre û qurbaniyan wekî "sîxur" an "fitnekar" bi nav dike.
Di beşeke din a raporê de, li "Lijneya Lêkolîna Rastiyan" hate girtin ku lijne di pirsyarkirina berpirsên rastîn ên komkujiyan de têk çûye û tenê binpêkarî tomar kirine bêyî ku bikeve kûrahiya biryardanê. Herwiha, lijneyê şahidiyên qurbaniyan, bi taybetî li gundewarê Tertûs û Laziqiyê, paşguh kirine.
SOHRê tekez kir, li cem wan belgeyên bi deng û wêne hene ku tekez dikin ku ev "kuştin" ne rasthatinî bûn, lê bi armancên mezhebî yên eşkere hatine kirin û di dema wan de sloganên dijminane hatine gotin.
SOHRê bi giştî, ji dema komkujiyên li herêmên beravê yên Adara borî heta niha, kuştina 3 hezar 209 welatiyan belge kiriye ku 93 ji wan jin û 44 jî zarok in.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




