Almanya, Fransa û Îngiltere wê di siyaseta Rojhilata Navîn de bi hevkarî gav davêjin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Merz ragihand ku wê Almanya, Fransa û Îngîltere di siyaseta Rojhilata Navîn de gavan bavêjin.
Friedrich Merz, di ser hesabê xwe yê Xê de got ku wê di nav çend rojên pêşiya me de her sê dewlet bi hevre di nav koordînasyonê de di siyaseta Rojhilata Navîn de gavan bavêjin. Merz got:
“Me, bi Emmanuel Macron û Keir Starmer tam li hev kir. Vê sibê me bi hevre di rêya telefonê ya hevpar de, li ser rêya ku em ê di Rojhilat a Navîn de bimeşînin, me li hev kir. Em ê di rojên pêşiya me de di nav koordînasyonê de gavan bavêjin.”
Mijara her sê dewletan, bi taybetî di mesela Fîlîstînê de ku Emmanuel Macron gotibû ku wê dewleta Fîlîstînê nas bike, wê mijara herî girîng ya her sê dewletan be.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




