Li Belucistanê avêtin ser edliya ku biryara îdaman dide: 6 kuştî û 20 birîndar hene

Li Belucistanê avêtin ser edliya ku biryara îdaman dide: 6 kuştî û 20 birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Îranê li eyaleta Sîstan-Belucistanê kesên nasnama wan nediyar avêtin ser avahiya dadgeha ku biryara îdama xelkê Belûcî dide û di encamê de 6 kes mirin û 20 kes birîndar bûn.

Hinek çavkaniyên medyayê dibêjin ku di şerê di edliyê de derketiye, jimara kuştiyan 10 kesin. Medya civakî dibêje ku sedema avêtina ser avahiya edliyê ji ber ku daîma biryara îdama Beluciyan dide.

Medya Îranê ragihandiye ku di şer de 3 kesên avêtine ser avahiya edliyê hatine kuştin lê ev xeber bi guman e.

Li eyaleta Belucistan a Îrane rêxistinên Beluciyan hene ku ji bo rizgariya Belûcistanê hatine damezrandin û gelek caran dikevin nav şerên weha lê medya Îranê û Pakistanê nahêle ku raya giştî bi van bûyeran bihise.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.