Talûka ziwabûna bendava Patnosê heye

Talûka ziwabûna bendava Patnosê heye

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Patnosê bendava bi navê Patnosê bi talûka ziwabûnê re rû bi rû ye. Asta ava bendavê zahf ketiye, germa zêde û gemariya hawirdorê, wê jiyana xwezayî dixe talûkê.

Cotyarên deverê bi ava bendavê avdaniyê dikin û ji ber germ zêdeye av zêde tê serfkirin. Ji ber di ava barajê de ajalên avê hene, ji bo ajalan her diçe ciyê jiyanê teng dibe, mêzêna ekosîstema deverê xerab dibe û tenduristiya dorê tehdîd dike.

Ji bo ciyekî weka Patnosê hêj havîn gelek maye û havîna wê derê mehekî dikeve pey havîna deşta Amedê, pêdiviya xelkê bi taybetî ya cotyaran gelek bi ava wê heye.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.