Şandeya Îmraliyê peyameke nû ya Ocalan belav kir

PeyamaKurd – Şanda Îmraliyê peyameke nû ya rêberê PKKê Abdullah Ocalan belav kir. Di peyamê de ev xal hatin gotin:
Di 25ê Tîrmehê de, li Girtîgeha Îmraliyê, 3 saet û nîvan bi Ocalan re hevdîtin hate kirin.
Derbarê pêvajoya bêçekkirina PKKê de, Ocalan got: “Şêwaza birêvebirina merasîman, îrade, bawerî û biryardariya li ser aştiyê giring e.
Pêwîst e komîsyona di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de, bi nêzîkatiyeke berfireh û piralî, ji bo aştî û demokrasiyê roleke giring bilîze.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê ku duh, di 25ê Tîrmeha 2025an de li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû, ji van kesan pêk hatibû, ji parlementera Wanê Pervîn Buldanê, yê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê buroya hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faiq Erol pêk tê.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




