Kurdistan ji DYAyê sîstema parastina hewayî xwest

PeyamaKurd – Berpirsê kar û barên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku êrîşên ser bîrên petrolê yên Kurdistanê yên bi dronan, hilberîna petrola Kurdistanê kêm dike û ji DYAyê xwestine ku sîstema parastina hewayî bidin Herêma Kurdistanê.
Dizeyî li Washingtonê daxwuyanî da û ragihand:
“Êrîşên dronî yên ser sehayên petrola Kurdistanê dikin ku hilberîna petrola Kurdistanê kêm bibe û me ji DYAyê xwest ku sîstema parastina hewayî li Kurdistanê bê danîn.
Em bi endamên kongre ya DYA re civiyan û me behsa têkiliyên dualî û pêşdeçûnên li herêmê kir. Hem me behsa têkiliyên Erbil-Bexda û Erbil-Washingtonê kir. Di nav 4 salên bê de em bi hêvî ne ku têkiliyên navbera Erbîl û Washingtonê xwurttir bikin.
Pirsgirêkên navbera Erbil û Bexdayê bi taybetî mijara mehaneyan DYAyê dixe nav endîşê û wezîrê karên derve yê DYAyê di rêya telefonê de li serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani geriya û pê re axifî.”
Li ser peymanên petrolê ku herêma kuırdistanê bi şîrketên Amerîkayê re îmza kiribî, Dizeyî got ku DYA ji peymanan raziye û danîna sîstema bergiriya hewayî wê ji bo Kurdistanê û hem ki bo Iraqê jî baş be.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




