Li navça Sûr a Amedê zilamekî jin a xwe kuşt

Li navça Sûr a Amedê zilamekî jin a xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Sûrê kesê bi navê S.Ş. jina xwe ya bi hemle û hem nikâha wan ya fermî nebû û tenê ya dînî hebû, jin a xwe ya bi navê Helin Eren bi demançê kuşt.

S.Ş. (20) do êvarê bi demançê li jin a xwe ya bi navê Helin Eren (19), dixe û direve. Kesên dengê çekê dibihîzin xeberê didin polîs û dema polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê Helin Eren birîndar dibin nexweşxana dewletê ya Selahahddînî Eyyubi lê li nexweşxanê can dide.

Polîs dikeve pey kujer û ew desteser dike. Paşî dibin dadgehê û dadgeh bi sedema kuştina bizanîn ew dişîne zîndanê.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.