Taylandê li 8 herêmên li ser sînorê Kamboçyayê rewşa awarte ragihand

Taylandê li 8 herêmên li ser sînorê Kamboçyayê rewşa awarte ragihand

PeyamaKurd – Taylandê, duh, roja Înê li 8 herêmên sînorî yên bi Kamboçyayê re rewşa awarte ragihand, ji ber ku pevçûnên li ser sînorê bi Kamboçyayê re her diçe dijwartir dibin.

Pevçûnan roja Pêncşemê sibehê li nêzî perestgeha kevnar a Ta Muen Thomê, ku di navbera parêzgeha Surinê ya Taylandê û parêzgeha Oddar Meancheyê a Kamboçyayê de ye, dest pê kirin.

Fermandarê Parastina Sînor Apichart Sapprasert di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa awarte li 7 navçeyên Chanthaburi (Mueang Chanthaburi, Tha Mai, Makham, Laem Sing, Kaeng Hang Maew, Na Yai Am, Khao Kitchakut) û navçeyek Tratê (Khao Saming) hatiye îlankirin.

Ji roja Pêncşemê ve her du alî bi gulebaran û êrîşên hewayî li hev dixin, û bi deh hezaran kes ji herêmên pevçûnê direvin. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ew ê civîneke awarte li dar bixe da ku vê krîza zêdebûyî nîqaş bike.

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.