Du malbat li hev xistin: 1 kuştî û 7 birîndar

Du malbat li hev xistin: 1 kuştî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kocaeliyê li navça İzmitê li taxa Yenişehirê di navbera du malbatan pevçûn derket û paşî bi çek, dar û keviran li hev xistin.  Di encamê de kesekî hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser gilîkirina hemwelatiyan tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.

Rewşa birîndar ya Fahri Kıvrak baş nebû û li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.