Konsolê Giştî yê Amerîkayê xatir ji Mesrûr Barzanî xwest

PeyamaKurd – Îro, di 26ê Tîrmeha 2025an de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Steve Bitner, Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir, ji ber ku erka wî bi dawî bû.
Di daxuyaniya fermî ya Serokwezîriyê de hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî spasiya xwe ji bo piştgiriya domdar a Amerîkayê û rola Bitner a di xurtkirina têkiliyên dualî de anî ziman.
Bitner jî spasiya xwe ji bo hevkariya saziyên Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku Amerîka giringiyê dide bipêşxistina têkiliyên dostane yên bi Herêma Kurdistanê re.
Di civînê de, mijara herî giring enerjî bû. Herdu aliyan li ser pêwîstiya ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê li hev kir.
Her weha, wan tekezî li ser parastina statuya destûrî ya federal a Herêma Kurdistanê û misogerkirina mafên darayî yên rewa yên gelê Kurdistanê kir.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.





