Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Barrot, bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir

Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Barrot, bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Fransayê ragihand ku fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot li Parîsê hevdôtinekî pêkanîne.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê di navbera HSDê û hukumeta Sûriyê ya demkî de li Parîsê muzakere bên kirin. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:

“Piştî hevdîtina bi wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê û nûnerê taybet yê DYAyê yê sûriyê re, Îro wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, bi fermandarê giştî yê hêzên HSDê general Mazlum Ebdî re li ser mijarên cuda axifîn. Ji bo bicîhanîna peymana 10ê Adarê, wê di wextekî nêz de, di navbera HSDê û hukumeta Şamê de muzakere bên kirin.”

Di daxwuyaniyê de her weha hat gotin ku wezîrê karên derve yê Fransayê dubare kiriye ku pêwiste di rêya diyalogê de pirsgirêk bên çareserkirin, entegra xelkê rojhilatê-bakûrê Sûriyê ya bi Şamê re û garantîkirina mafên Kurdan destek dike.

Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.