CENTCOMê kuştina berpirsekî bilind ê DAIŞê li Sûriyê ragihand

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama operasyoneke taybet de li bajarê Babê yê Sûriyê, berpirsekî bilind ê rêxistina terorîst DAIŞê û du kurên wî hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya CENTCOMê, operasyon îro 25ê Tîrmehê serê vê sibehê li bajarê Babê yê girêdayî parêzgeha Helebê, hate lidarxistin.
Di operasyonê de, berpirsê payebilind ê DAIŞê, Dhiya' Zawba Muslih el-Hardanî û her du kurên wî yên mezin ên DAIŞî Ebdullah Dhiya el-Hardanî û Ebdulrehman Dhiya Zawba el-Hardanî hatin kuştin.
Hate gotin ku ev endamên DAIŞê ji bo hêzên Amerîkî û Hêzên Hevpeymanan, herwiha ji bo Hikûmeta Nû ya Sûriyê xetereyek bûn. Hate diyarkirin, 3 jin û sê zarok jî li cihê êrîşê bûn, lê zirar negihîşt wan.
Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla got: "Em ê bi berdewamî terorîstên DAIŞê her li ku derê bin, bi awayekî bêrawestan bişopînin. Terorîstên DAIŞê li cihê ku razên, li cihê ku çalakiyan dikin û li cihê ku xwe vedişêrin ne ewle ne. Digel hevkar û hevalbendên xwe, Fermandariya Navendî ya Amerîkî ji bo têkbirina mayînde ya terorîstên DAIŞê yên ku herêmê, hevalbendên me û welatê me tehdîd dikin, pêbend e."
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




