Medyaya Misrê: Danûstandinên agirbestê yên Xezeyê hefteya bê dest pê dikin

Medyaya Misrê: Danûstandinên agirbestê yên Xezeyê hefteya bê dest pê dikin

PeyamaKurd- Medyaya Misrê ragihand ku çaverêye danûstandinên agirbestê yên li Xezeyê hefteya bê ji nû ve dest pê bikin.

Danûstandinên agirbestê yên li Xezeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de, bi navbeynkariya Qetar û Misrê, didomin.

Kanala El-Qahîre ya Misrê diyar kir ku ji ber ku Îsraîl bersiva Hemasê ya pêşniyara agirbestê dinirxîne, biryar e danûstandinên agirbestê hefteya bê ji nû ve dest pê bikin.

Heyeta Îsraîlê ya li Doha ya paytexta Qetarê, piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu heyeta danûstandinan ji bo şêwrê vegerandibû, Rêveberiya Amerîkayê jî doh heyeta xwe ji bo şêwrê vegerandibû.

Li Dohayê danûstandinên neyekser bi navbeynkariya Qetar û Misrê têne meşandin. Aliyê Îsraîlê dixwaze, Hemas 10 rehîne û cenazeyên 18 rehîneyên mirî radestî Îsraîlê bike û di berdêla wê de jî Îsraîl hin girtiyên Fîlîstînî di heyama agirbesta 60 rojî de azad bike. Piştî destpêkirina agirbesta demkî, alî wê li ser şertên agirbesta mayînde û berdana 22 rehîneyan ku tê bawerkirin 10 ji wan sax in, danûstandinan bikin.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.