Wezîrên Sûriye û Îsraîlê li Parîsê civiyan: Çi hat axaftin?

Wezîrên Sûriye û Îsraîlê li Parîsê civiyan: Çi hat axaftin?

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayêli Sûriyeyê Thomas Barrack bi Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re civiyan.

Tom Barrack pli ser hesabê xwe yê Xê derbarê naveroka hevdîtinê de agahî da û ragihand, "Ez vê êvarê li Parîsê bi Sûriyeyî û Îsraîliyan re civiyam."

Barrack got, "Armanca me ji rêxistinkirina wê hevdîtinê diyalog û hêminkirina rewşa aloziyan e. Ew jî me bi dest xistiye. Aliyan pabendbûna xwe ya bi danûstandinan re tekez kiriye.”

Barrack êrîşên ser Durziyên Siwêdayê bi bîr xist û got ku di pevçûnên xwînî yên vê dawiyê li başûrê Sûriyê ku tenê di hefteyekê de zêdetirî hezar û 200 kesan hatine kuştin.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.