Trump: “Hamasê nexwest lihev bike û wê bibe nêçîr”

Trump: “Hamasê nexwest lihev bike û wê bibe nêçîr”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser pirsgirêka Xezayê daxwuyanî da û got ku Hamas naxwaze agirbes bibe û rehîneyan serbest berde. DYA heyeta xwe ya ji bo lihevkirina agirbesê ku çûbû Qatarê paşde dagerandibû. Trump got:

“Êdî, wê Hamas bibe nêçîr. Em ji hevdîtinên bo Xezayê vekişiyan û ev rewşekî baş nîne. Niyeta Hamasê tine ku li hev were. Divê Îsraîl îş biqedîne.”

Li ser mijarê Netenyahu jî got:

“Em ê dawiya Hamasê bînin. Hamas li ber berdana dîlan asteng e. Em bi hevkarên xwe bi Amerîka re ji bo esîran paşde bînin û dawiya Hamasê bînin, li bijarteyên din digerin.”

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.