Dadgeha Bilind a Fransayê biryara girtina Esed betal kir

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Fransayê, duh, roja Înê fermana girtina Serokê Berê yê Sûriyeyê Beşar Esed betal kir iu bi îdiaya rola wî di êrîşên kîmyewî yên 2013an de li nêzîkî Şamê hatibû dayîn.
Dadgeha Îstînafê biryar da ku serokên dewletan ji darizandinê li dadgehên biyanî bêpar in, heta di dozên têkildarî tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê de jî.
Fermana orîjînal, ku di Mijdara 2023yan de hatiye dayîn, Esed bi hevkariya di êrîşên gaza sarîn de tawanbar kir ku li gorî nirxandinên îstîxbarata Amerîkî zêdetirî 1000 kes li bajarokên Adra û Dûmayê kuştin.
Serokê Dadgehê Christophe Soulard destnîşan kir ku her çend fermana girtinê ya orîjînal ji ber rewşa berê ya Esed êdî derbasdar nîne jî, piştî bidûrxistina wî ji desthilatdariyê, fermanên girtinê yên nû dikarin niha werin dayîn.
Esed di Kanûna 2024an de ji desthilatdariyê hate dûrxistin û piştî desttêwerdana leşkerî ya ji aliyê serokê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Ehmed el-Şer ve, ku paşê bû serokê demkî yê Sûriyê, reviya Rûsyayê.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




