Fermandarê Encûmena Durziyên Siwêdayê banga alîkarî, yekîtî û hevgirtinê kir

PeyamaKurd- Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şûfî, îro 25ê Tîrmehê daxuyaniyeke vidyoyî weşand û banga yekîtî û hevgirtinê kir.
El Şûfî bang li hemû hêzên çalak, yên çekdar, kesayetên sivîl û olî kir ku ji bo pêkanîna ewlehî û jiyana asayî ya bajar û gudewarên Swêdayê hevkariyê bikin.
Fermandarê Durzî bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî û Desteyên Neteweyên Yekbûyî jî kir ku erka xwe ya mirovî ji bo Siwêdayê bi cih bînin, xelkên wê ji siyasetên hovîtîyê biparêzin û ji bo peydakirina alîkariya bijîşkî û mirovî ya bilez bixebitin.
Ev nivîs 152 car hatiye xwendin.




