Balafira kargo ya artêşa Amerîkayê daket Rojavayê Kurdistanê: Alavên pêşketî anîn

Balafira kargo ya artêşa Amerîkayê daket Rojavayê Kurdistanê: Alavên pêşketî anîn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro Yekşemê 27ê Tîrmehê balafireke kargoyê ya artêşa Amerîkayê gihîşt Rojavayê Kurdistanê ku tê de alavên leşkerî û lojîstîk hebûn.

Li gorî zanyariyan, balafira kargo ya artêşa Amerîkayê li bingeha Xerab El-Cîr a dikeve başûrê bajarê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê danî.

Li gorî jêderan, balafir bi alavên leşkerî yên pêşketî barkirî bû û hejmarek leşkerên Amerîkî jî tê de gihiştin baregehê.

Hêjayî bibîrxistiê ye, 3 roj berê jî karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî bi rêya dergehê Welîd ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû. Wê karwanê berê xwe dabû baregeha Amerîkî ya Qesrikê ku dikeve gundewarê Hesekê.  

 

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.