Barrack: Heta Hizbullah çekên xwe daneyne, gotin têrê nakin

Barrack: Heta Hizbullah çekên xwe daneyne, gotin têrê nakin

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir, "Heta ku Hizbullah çekên xwe daneyne, gotin têrê nakin.

Divê hikûmet û Hizbullah bi tevahî pabend bin û tavilê tedbîran bigirin da ku gelê Lubnanê ji bo statuyek nebaş mehkûm nekin."

Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack li ser medyaya civakî daxuyaniyek parve kir û bang li "Hizbullahê kir ku çekên xwe deyne."

Baweriya hikûmeta Lubnanê li ser şiyana wê ya lihevhatina prensîbê bi pratîkê ve girêdayî ye. Wekî ku rêberên wê dubare kirine, 'monopolasyona çekan a dewletê' pir girîng e. Heta ku Hizbullah çekên xwe daneyne, gotin têrê nakin. Divê hikûmet û Hizbullah bi tevahî pabend bin û tavilê tedbîran bigirin da ku gelê Lubnanê ji bo statuyek nebaş mehkûm nekin." Serokê Lubnanê Joseph Avn roja Înê qebûl kir ku danûstandinên çekan bi Hizbullah re berdewam dikin lê hêdî hêdî pêşve diçin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.