Hatimogulları li ser şewatan daxuyaniya 'seferberiyê' da

PeyamaKurd - Hatimogulları derbarê şewatan de daxuyaniya 'seferberiyê' da: Divê berpirsiyar dev ji hamasetê berdin. Hevseroka Partiya DEMê Tulay Hatimogulları derbarê şewatên daristanan de daxuyaniyek da û got, "Li şûna daxuyaniyên retorîkî, divê berpirsiyar bi lezgînî li seranserê welêt seferber bibin."
Tulay Hatimogulları, endama Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM), di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rexne li hikûmetê kir ji ber ku ew bi bandor bersiva şewatên daristanan nedaye.
Hatimogulları di posta xwe de ev tişt parve kir:
"Agirên ku bi rojan e li seranserê welêt diqewimin dilê me diêşînin. Em di her karesatekê de êşên wekhev dubare dikin… Gelo gava ku darek jî nemîne ku em di bin siya wê de bimînin, wê bersivek bi bandor were dayin? Li şûna daxuyaniyên mezin, divê berpirsiyar bi lez li seranserê welêt seferber bibin. Divê balafir û helîkopterên agirkujiyê yên şevê werin peydakirin û divê desthilat û şiyanên hikûmetên herêmî di bersivdayîna agir de werin zêdekirin."