Treneke rêwiyan li Almanyayê ji rê derket: Mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd - Li eyaleta Baden-Wurttemberg a Almanyayê di qezayek trênê de mirî û birîndar çêbûn. Piştî qezayê gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê.
Treneke rêwiyan li nêzîkî bajarê Riedlingen li eyaleta Baden-Wurttemberg a başûr-rojavayê Almanyayê ji rê derket. Tê ragihandin ku mirî û birîndar hene.
Li gorî ajansa nûçeyan a Almanî DPA, trêneke herêmî ku ji Sigmaringen ber bi Ulmê ve diçû ji ber sedemek hîn nenas ji rê derket. Piştî qezayê gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê, di heman demê de herî kêm vagonek li kêleka wê hate dîtin û agirkuj bi giranî dixebitin.
Polîsê Federal ragihand ku di trênê de bi qasî 100 rêwî hebûn. Daîreya Polîsan a Ulmê ragihand ku xeta trênê ya di navbera Riedlingen û Munderkingen de ji ber qezayê demkî hatiye girtin.
Her çend di derbarê sedema qezayê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn jî, lê hatiye ragihandin ku şert û mercên hewayê yên nebaş berê bandor li herêmê kirine.