Brîtanyayê qaçaxçiyên koçberan ceza kir: 10 ji wan Kurd in

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hikûmeta Brîtanyayê cara yekem bi ser 43 kesan û şirketên destê wan di qaçaxçîtiya koçberan de heye, sîstemeke nû ya cezakirinê sepand.
Hate diyarkirin ku 43 kes bi qaçaxçîtiya koçberan hatine sizadan ku 10 ji wan Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ne.
Ew kes ji ber karên wekî hewalekirina pereyan ji Başûrê Kurdistanê, birina koçberan ji Kurdistan, Tirkiye, Sirbistan, Belçîka û Fransayê ya Brîtanyayê û herwiha ji ber wergirtin û veguhastina koçberan a di nav Brîtanyayê de hatine cezakirin.
Di nav kesên hatine sizadan de xwediyên supermarket, dikanên Polonî û şirketên xurekan jî hene.
Hikûmeta Brîtanyayê dest danî ser hemû mal û milkên wan kesên li Brîtanyayê û mafê çûnûhatina Brîtanyayê jî wan hate standin.
Hate zanîn ji xeynî wan 10 Kurdan kesên din ên hatine sizadan Arnawut, Sirb û Mexribî ne.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




