Berdevkê Durziyan: Gelê me sîstemeke nenavendî dixwaze

PeyamaKurd – Şêx Merwan Riziq, berdevkê civaka Durzî ya li Siwêdayê, ragihand ku gelê Siwêdayê daxwaza sîstemeke nenavendî dike da ku xwe bi xwe bi rê ve bibe, ji ber ku baweriya wan bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nîne.
Di 13ê Tîrmehê de, şerine dijwar di navbera eşîrên Bedewî û Durzî de li Siwêdayê qewimîn, ku di encamê de zêdetirî 1311 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şêx Riziq, di hevpeyivînekê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re diyar kir ku ciwanên Durzî bi wêreî parastina bajêr kir, lê ji ber êrîşên dijwar neçar man ku ji gundên Mezre û Welxayê vekişin.
Riziq got ku di dema êrîşekê de hewldaneke bi dronekê ji bo kuştina wî hat kirin, ku di encamê de li aliyê rastê yê serê wî birîndar bû. Wî tekez kir ku hêzên ewlehiya navxweyî û yekîneyên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî dron bi kar anîne, û ev yek wekî delîl nîşan da, ku hikûmet rasterast di êrîş û komkujiyan de xwedî rol bûye.
Her weha, Riziq behsa rewşa krîtîk a Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê kir, ku ji ber hejmara zêde ya mirî û birîndaran, xebatkarên tenduristiyê têrê nakin. Wî anî zimên ku hêzên êrîşkar bi hezaran kes, tank û wesayîtên zirxî bi kar tînin da ku bikevin bajêr, û li gelek deveran wêranî, talan û sûcên li dijî sivîlan tên kirin.
“Şera nikare Sûriyeyê bi rê ve bibe”
Şêx Riziq bang li hêzên navneteweyî kir ku ”kujeran” ji herêmê derxînin û diyar kir ku serokê hikûmeta demkî, Ehmed el-Şara, ne guncaw e ji bo rêvebirina Sûriyeyê. Wî bi bîr xist ku gelê Siwêdayê di dîrokê de gelek caran rastî êrîşan hatiye, mîna wêrankirina gundê Seylayê ya ji aliyê Moxolan ve, ku şêxê wê hat kuştin û gundî bi darê zorê koçber bûn.
“Agirbest hat binpêkirin”
Derbarê agirbesta bi navbeynkariya hêzên navneteweyî de, Riziq got ku komên êrîşkar bi berdewamî agirbestê binpê dikin, lê Durzî bi pergalên xwe yên parastinê bersivê didin êrîşan.
Riziq daxwaz kir ku civaka navneteweyî piştgiriyê bide daxwaza gelê Siwêdayê ji bo xweseriyê û parastina mafên wan a di rûbirûbûna van êrîşên hovane de.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.





