Pisporên kêş û hewayê hişyarî dan hin bajaran da xelkê wan dernên derve

Pisporên kêş û hewayê hişyarî dan hin bajaran da xelkê wan dernên derve

PeyamaKurd – Pêlên hewa germ ya nû ji aliyê Afrîkayê dê bê wê bandora xwe di navbera 26 ê Temmîzê û 2yê Tebaxê de bigihê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê. Pisporên kêş û hewayê hişyariyê didin hemwelatiyan da di wexta rojê de di wextekî diyar de dernên derve da tav li wan bandorê neke.

Pileya germê wê li Ankara 40 dereceyê derbas bike, li İzmirê 40, li Antalya 38, li Diyarbekir û Rihayê bigihê 40 dereceyî. Metorolojî behsa bayê xwurt dike ku wê bê û ew jî ji bo tenduristiyê û şewatê xerab e.

Prof. Dr. Orhan Şen bi taybetî ji bo roja Duşem, Sêşem û Çarşemê xwest ku Ankarayî dernên derve.

Metorolojî dibêje asta germê li gor salên borî 4 heya 8 derece wê ferq bike û heya 2yê Tebaxê dewam bike.

Hişyariya pisporan û metorolojiyê bi taybetî ji bo kesên ku nexweşînên wan yên kronik hene yên wekî nexweşîna dil, astim û tansiyona bilind bêhtir şîrêt e.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.