Japonya îznê da ku ji hucrên kokê 8esasî) hilberîna embriyo bikin

Japonya îznê da ku ji hucrên kokê 8esasî) hilberîna embriyo bikin

PeyamaKurd – Dezge ya biyoetîk ya Japonyayê qebûl kir ji hucrên esasî yên kokê tenê ji bo li ser wan lêkolînan bikin ku ji wan hilberîna embriyo ya mirovan bikin. Wê embriyo di şertên labaratuwaran de ji bo 14 rojan dê pêş bixin û tenê ji bo lêkolînên zanistî bikarbînin.

Hukumeta Japonyayê beşa dezge ya biyoetîkê heya niha îznê nedida ku ceribandinên weha bên kirin.

Li gor xebera Kyodo Newsê; di rapora ku ji aliyê dezgeya biyoetîka girêdayê hukumetê de hatiye amadekirin; embriyo yên ji sperma ku ji hucra kokê an ji hêkên jinê tên bidestxistin, wê li gor şertên labaratuwaran bi qederê ku qanûn îznê didin, wê ji bo 14 rojan pêşbixin.

Embriyo, tenê ji bo destekê bidin ceribandinê zanistî dê bikarbînin û di raporê de hatiye gotin ku wê embriyo di rehma jinan an heywanan de nên bicîhkirin.

Di raporê de her weha hatiye destnîşankirin ku armanca xebatê ew e ku hucrên kokê yên pluripotent yên endukirî (İPS) an jî ji hucrên kokê yên embriyonîk (ES) hilberîna ku tê kirin û hucrên sperman, bê kar dikin an nakin, tenha ji bo tesbîtkirina wan e.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.