Îdîa: Artêşa Tirkiyê dê li Şamê bi cih bibe

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Rojnameya tTirk, Turkiyeyê, piştî daxwaza alîkariyê ya hikûmeta Sûriyeyê, Tirkiye dest bi amadekariyên midaxeleyeke rasterast a li Şamê kiriye.
Hat îdiakirin ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê (MSB) ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê, xebatên perwerde, şêwirmendî û piştgiriya teknîkî dimeşîne.
Di raporê de hate diyarkirin ku Tirkiye dê di entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de bi roleke giring rabe. Çavkaniyên MSByê diyar kirin ku rêveberiya Sûriyeyê ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya li dijî rêxistinên terorîst, bi taybetî DAIŞê, piştgirî ji Tirkiyeyê xwestiye. Her weha hate gotin ku ewlehiya sînorê başûrê Tirkiyeyê bi aramiya Sûriye û Iraqê ve girêdayî ye, û Tirkiye ji bo vê yekê "xeleka ewlehiyê" ava dike.
Berdevka HSDyê Ebcer Dawûd di 22yê Tîrmehê de ragihand ku ji ber bêîstîqrariyê û gefên DAIŞê, danîna çekan ne mimkin e. Dawûdê tekez kir ku beşdarbûna Kurdan a di artêşa Sûriyeyê de tenê bi peymaneke destûrî ku mafên wan garantî bike pêkan e, û got, “HSD li dijî şer e, lê dê gelê xwe biparêze.”
Çavkaniyên MSByê destnîşan kirin ku divê HSD pabendbûna xwe bi peymanên bi hikûmeta Şamê re nîşan bide, û geşedan bi baldarî têne şopandin. Tê zanîn ku ev daxwaz di çarçoveya qanûnên navneteweyî û xala 31ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de, ku mafê parastina xwe ya dewletan nas dike, tê nirxandin.
Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.




