Li bajarê Rihayê germahî bû 55 derece

Li bajarê Rihayê germahî bû 55 derece

PeyamaKurd – Li Kurdistanê li bajarê Rihayê (Urfa) termometre germahiya rojê 55 derece nîşan da û jiyana nav bajêr ket xeterê. Xelkê bajêr bi taybetî li bin darên dora Gol a Xelîlûrehman û li bin siya daran û li ser çîman xwe hînik kir.

Hinek hemwelatî bi sîwanan geriyan da xwe ji rojê biparêzin. Şaredariya bajê rawestgehên bajêr yên otobusan bi ava şar hînik kir û hemwelatî karibûn xwe ji germê biparêzin.

Eger karê xelkê tinebe û mecbûr nemîne dernayê nava bajêr û xwe di malên xwe de ji rojê diparêzin.

Germa 55 derece ew germe ku di nav axê de li ber siyê di nav qutiyekî ji dar de cîhazên termometreyan bicîh dikin û germa bajêr wisa dipîvin.

Eger pîvana metorolojiyê 55 derece be, ev tê vateya li ber tavê germ 65 dereceye.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.