Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir, 2 birîndar kirin û girtiyekî Kurd jî bi dar ve kir

PeyamaKurd – Li gorî Saziya Mafên Mirov a Hengawê, hêzên Alaya Sînor a rejîma Îranê roja Pêncşemê, 24ê Tîrmeha 2025an, li bilindahiyên sînorî yên Merîwan û Sewalawayê bêyî hişyarî êrîşî kolberan kirin. Di encamê de, Emîn Gerdî, kolberekî 40 salî, yê ku bavê zarokekî û xelkê gundê Kanî Temerxanê yê Merîwanê ye, li çiyayên "TehTeh" ên Sewalawayê hat qetilkirin.
Herweha, du kolberên din, Daniyal Salehî, 24 salî, xelkê gundê Duploreyê yê Merîwanê û Resûl Fethî xelkê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê bêyî ku werin hişyarkirin, bûne hedefa guleyên çekdarên rejîmê û birîndar bûne.
Hat ragihandin ku Daniyal Salehî bi du guleyan ji ling û rahnê xwe birîndar bûye û ji ber xedariya birînên wî, ew rakirine nexweşxaneyeke Tehranê û kolberê din ê Resûl Fethî jî li Merîwanê tê dermankirin.
Roja Çarşemê, 23yê Tîrmeha 2025an, Mêhdî Heyderî Turkaşwend, girtiyekî Kurd ê 35 salî û xelkê bajarê Kengeverê (parêzgeha Kirmaşan), bi tohmeta têkildarî “madeyên hişbir” li girtîgeha navendî ya Hemedanê hat bidarvekirin.
Hat gotin ku Heyderî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû cezakirin, lê nûçeya vê bidarvekirina wî, heta niha di medyaya rejîmê de nehatiye belavkirin.
Ev nivîs 272 car hatiye xwendin.





